Seroka HDP’a Sakaryayê hat binçavkirin 2019-10-22 15:51:14   SAKARYA – Seroka Rêxistina HDP’a Sakaryayê Nahîde Dogan jî di nav de 3 kes hatin binçavkirin.    Polîsan serê sibê li Sakaryayê bi ser malan de girt û rêveberên HDP’ê binçav kirin. Seroka Rêxistina HDP’ê ya Sakaryayê Nahîde Dogan jî di nav de 3 kes bi hênceta li ser medya civakî li dijî şer parvekirinan kirine bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” hatin binçavkirin.    2 KES LI OSMANIYE HATIN BERDAN    Li aliyê din endamên HDP’ê Îsmaîl Esen û Mehmet Durdu yên li Omsaniye serê sibê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan.