'Ji ber lêgerîna polîsan gel naxwaze biçe şaredariyê' 2019-10-23 09:14:14 AGIRÎ - Heta niha qeyûm tayînî 12 şaredariyên HDP'ê hatine kirin. Li têketina gelek şaredariyên jî polîs pêşî lêgerînê dikin paşê dihêlin gel biçe avahiya şaredariyê. Hevşaredarên Giyadînê, bilêv kirin ku ji ber polîsên li ber şaredariyê gel naxwaze têkeve avahiya şaredariyê.    Heta niha qeyûm tayînî 12 şaredariyên HDP'ê hatine kirin. Lê belê dorpêça polîsan a ji bo şaredariyên din jî didome. Li têketina şaredariyên din polîs lêgerînê dikin û paşê dihêlin gel biçe avahiya şaredariyê. Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Giyadînê ya Agiriyê yeç Polîsan di 3'yê Tîrmehê de avêtibûn ser şaredariyê û hevşaredar Betul Yaşar û Evren Demîr derb kiribûn. Hevşaredaran, anî ziman ku ji wê rojê heta niha 5 polîs ji sibehê heta êvarî li ber şaredariyê ne û lêgerînê dikin.    'QEYÛM JI BO 5 SÎTIL AŞÛRE 150 HEZAR TL XERC KIRIYE'    Hevşaredar Betul Yaşar, anî ziman ku piştî hilbijartina herêmî wan şaredarî tevî deyneke mezin dewr girtiye, lê dîsa jî ew bênavber xizmetê dikin. Yaşar, got: "Qeyûn ji dêvla wesayîtên şaredariyê tamîr bike û bide şoxilandin, çûye li Enqereyê daxikî Rojên Danasînê yên Giyadînê bûye û 450 hezar TL xerv kiriye. Li navçeyê jî ji bo 5 sîtil aşûre 150 hezar TL xerc kiriye."    'EM PIRSGIRÊKÊN NAVÇEYÊ YEKO YEKO ÇARESER DIKIN'    Hevşaredar Evren Demîr jî, bilêv kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê wan hemû derfetên xwe seferber kiriye û projeyên wan didomin. Demîr, got: "Heta niha li qadeke 40 hezar metreyî kevirên parkeyî hatine bicihkirin. Me 2 malên şînê çê kirine. 20 sal in çopa Giyadînê li Kopru Kaplicalarê dihat valakirin. Me ji dêvla vê tesîseke çopê bi 20 milyonî kirî. Wê îhaleya wê van rojan bê çêkirin."    'GEL NIKARE BIÇE ŞAREDARIYÊ'    Demîr, bal kişand ser noqteyên polîsan ên li ber şaredariyê û got: "Polîsan êrîşî me kiribû. Ev provakasyonek bû, lê belê me pêşî lê girt. Ji bo pêşî li ber vê provakasyonê neyê girtin em hatin derbkirin. Polîsan li hundurê şaredariyê hevalên me lînç dikirin. Em jî ketin navberê û bi heman rewşî re rû bi rû man. Lê paşê me dît ku armanca wan hevşaredar bûne. Di ser vê provakasyonê re meh derbas bûne, lê belê niha 5 polîs li be rşaredariyê ne. Ji serê sibehê heta êvarî li ber şaredariyê ne û bi telefonên xwe dilîzin. Em ji ber vê rewşê nerihet in. Me gelek caran ragihand ku pêdiviyeke me ya bi ewlehiyê tune ye, lê belê serlêdanên me nehatin qebûlkirin. Ev pêkanîna kêfî hîn jî didome. Em dixwazin tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin, lê mixabin ji ber polîsên li ber şaredariyê gel nikare bê şaredariyê. Em nayê qebûlkirin."