Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê

  • rojane
  • 17:35 16 Gulan 2019
  • |
img
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul a der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, daxuyaniyek parve kirin. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ku gotibû qedexeya hevdîtinê ya bi Ocalan re bi dawî bûye, bi awayekî nivîskî daxuyaniyek parve kir. 
 
Daxuaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ev e: 
 
"Wezareta Dadê, diyar kiriye ku qedexeya bi muwekîlê me birêz Ocalan re bi dawî bûye û derfetên bi hevdîtina bi birêz Ocalan re hatine avakirin.
 
Me ji raya giştî re ragihandibû ku me 2’ê Gulanê bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiriye. Me diyar kiribû ku li ser îtîraza me ya der barê vê biryara qedexeya hevdîtinê de, qedexe ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Burasayê ve hatiye rakirin.
 
Tevî vê, ligel ku piştî 2’ê Gulana 2019’an her roj me serlêdana hevdîtinê kiriye jî hê hevdîtinek pêk nehatiye. Hevdîtina bi birêz Ocalan re bi hinceta ku 22'ê Nîsana 2019’an cezayê dîsîplînê girtiye hevdîtin tê astengkirin.
 
Li ser gotinên daxuyaniya Wezareta Edaletê, biryara qedexeyê ya li dijî hiqûqê dema hate rakirin, didin diyarkirin ku serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi awayekî peryodîk dom dike. Mafên hiqûqî yên Birêz Ocalan ên hevdîtina li gel parêzer, malbat dîsa peywendiyên bi rêya telefon, name û amûrên din bi awayekî giştî neçariyeke hiqûqê ye.
 
Li ser vî bingehî di warê mekanîzmaya edalet-darazê de daxuyaniya ji aliyê Wezareta Dadê ya yek ji saziyên herî xwedî raye ye, weke îfadeyeke ku pêwîst û li gorî hiqûqê ye dibînin û hemû sazî û rêveberiyên berpirs vedixwînin pêkanîna hiqûqê.
 
CPT SERDANA ÎMRALIYÊ KIRIYE
 
Hate ragihandin ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ji Nîsana 2016’an û vir ve cara yekê ye serdana Îmraliyê dike. Tê payîn ku pêşniyar û tespîtên CPT’ê li Îmraliyê pêk anî bi raporekê parve bike, em ê şopdarê mijarê bin.”

Sernavên din

14:50 Li Wanê keyayek din jî ji peywirê girtin
14:25 Li başûrê Liceyê operasyona leşkerî dest pê kir
14:12 Efrîniyên ku tên darizandin nehatin berdan
13:59 Di doza Dink de dozger xwest 7 kes bên cezakirin
13:36 HDK: Em li dijî faşîzmê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bilind bikin
13:17 Qeydên Konservatura Bajêr dest pê kirin
12:44 DMME’yê ji bo zimanê sûryanî Tirkiyeyê neheq kir
12:09 Dê Meclis îsal nekeve betlaneyê
11:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Polisan bi ser mala endama meclisa şaredariyê ya HDP'î de girt û hemû ferdê malbatê binçav kir
11:19 Serokeşîrên Kerkûkê: Em dikarin xwe bi birêve bibin
10:40 Lİ Îdirê Mihrîcana Kevneşop a Mişmişan dest pê dike
10:39 'Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê' bikin zagon
10:25 Bayrak: Divê pirsgirêka bingehîn a ji niha şûn ve lihevkirina civakî ya kûr be
10:14 Çîçek: Kurd di çarçoveya peyama Ocalan de çûn ser sindoqan
09:32 Di bin navê ‘muayenekirinê’ de ji jimara 2’an sewqî jimara 1’an kirin
09:31 Li Amedê operasyona 'raporên sexte'
09:09 Sûlava Kanispiyê di bin talûkeya HES'ê de ye
09:08 Ekolojist Yalniç: Divê îktîdar dest polîtîkayên şer ên xwezayê talan dike berde
09:07 Çemê Dîcleyê di 3 salan de 42 kes daqurtand
09:07 Qeyûmê Nisêbînê malê şaredariyê diyarî midûriyeta perwerdehiyê kiriye
09:06 Naklîyevanên Rihayê îflas kirin
09:05 Rêwîtiya zozanan dest pê kir
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2019'AN
26/06/2019
22:35 Erdogan: Ez nizanim ku bi bultena sor li Osman Ocalan digerin
17:59 HDP’ê konferansa xwe ya Anatoliya Navîn li dar xist
17:39 Sibê dê ji bo Engîn Eroglu qapaxên bendavê bên girtin
17:21 Kesek di Çemê Firatê de xeniqî
16:16 Xebatkarê Azadiya Welat, Nîzamettîn Yilmaz hat berdan
14:57 'Dinyayek bêîşkence mimkin e’
14:25 Kaftancioglu roja înê derdikeve pêşberî dadger
13:46 SES’a Amedê xwest daxwazên wan ên TÎS’ê bên qebûlkirin
13:28 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de fetisî hat dîtin
13:20 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê tahliye bûn
12:59 Mamoste Ayşe Çelîk hat beratkirin
12:31 Raportorê NY Kaye: Tirkiye nakeve nava hewldanan
12:06 Ji rojnameger Bêrîtan Canozer re 15 sal ceza hat xwestin
11:21 Li Stenbolê jinek bi îşkenceyê hat kuştinê
10:59 Cenazeyê Alinbay li Pîranê hat veşartin
10:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 11 kesan jiyana xwe ji dest da
10:33 Dixwazin gundên li ser Çemê Dîcleyê vala bikin
09:17 Nîvgirava Bodrûmê bi RES'an tê texrîbatkirin
09:16 Hunermend Çiya: Gotin 'Stranên kurdî jî ji bo me sedema propagandaya rêxistinê ne'
09:16 Civîna li avahiya HDP'î jî sûc e!
09:15 Bûlût: Wê Hikûmeta Başûr bi vî awayî nikaribe li ser piya bimîne
09:15 'Em bi zorê debara xwe dikin'
09:14 Colemêrgî dixwazin dora Gola Zûrya bê çêkirin û paqijkirin
09:14 Ji ber krîzê wesayîtên xwe difiroşin
09:14 Her diçe rewşa Kemal Ozelamli xirabtir dibe
09:13 Berhema temenekî: Baweriyên Gelêrî