Parêzeran piştî biryara dadgehê 8 caran serlêdan kir lê tenê carekê çûn Îmraliyê

  • rojane
  • 20:25 16 Gulan 2019
  • |
img
STENBOL – Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul îro daxuyanî da û diyar kir ku qedexeya der barê parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike hatiye rakirin. Lê balkêş e piştî dadgehê qedexe ji ser parêzeran rakir û şûnde parêzeran ji 17'ê Nîsanê heta niha 8 çaran serî li dozgeriyê dan lê tenê carekê serlêdana parêzeran qebûl kir. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û şûnde zêdeyî 20 salin bi tena serê xwe li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind di yek hucreyê de tê girtin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 2'ê Gulana 2019'an parêzeran 
810 caran serlêdan kir û hemû serlêdanên parêzeran hatin redkirin. Piştî dadgeha Înfazê îtîraza parêzeran di 17'ê Nîsanê de qebûl kir û biryara hevditina parêzeran bi Ocalan re da û şûnde parêzeran heta niha 8 caran serî li serdozgeriyê dan. Lê di serlêdana 9 caran de tenê carekê serlêdana parêzera hat qebûlkirin û hevditin kirin. Ji ber ji 27'ê tîrmeha 2011'an û heta niha 8 salin parêzer nikarin biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, bi armanca tecrîd bi dawî bibe Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 190 rojin di greva birçîbûnê de ne. Bi hezaran girtî ketin greva birçîbunê. 30 girtî dirojiya mirinê de ne. Her roj bi sedan dayik dadikevin kolanan û denge xwe bilind dikin. Piştî bertek û nerazîbûna gelê kurd a li girtîgeh û li kolanan zêde bû, destûr dan ku di parêzer di 2'ê Gulanê de biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin. Lê balkêş e piştî hevdîtina 2'ê Gulanê parêzeran dîsa serlêdan kirin, lê heta niha serlêdanên parêzeran nehatine bersivandin. Beyî ku hevdîtin pêk bên, Wezîre Dadê Abdulhamit Gul îro daxuyaniyek da û diyar kir ku "Qedexeya li pêş parêzeran a bi Ocalan re hevdîtin bike hatiye rakirin" 
 
Gul, piştî bi Endamên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) he revhîtin kir, daxuyanî da. Gul, hêj nû diyar kir ku hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re heqekî qanûnî ye. Gul anî ziman ku li gorî hukmê Qanûnê Înfazê mafê Ocalan heye ku bi parêzeran re hevdîtin bike. Gul, aşkere kir ku Heyeta CPT'ê di 7'ê Gulanê de bi Ocalan re hevditin kiriye. Lê balkêş e li gel qedexe bi biryara dadgehê di 17'ê nîzanê re dabû jî ji xeyî 2'ê Gulanê hemû serlêdanên parêzeran hatine redkirin. Piştî ku Wezîr Gul daxuyanî da û got 'Qedexeya li ser parêzeran rabkûye," serlêdanên parêzeran ên piştî ku bi biryara dadgehê qedexe rabû û şûnde hatin kirin û heta niha bê bersîv mane bû mijara pirs û fikaran. Buroya Hiqûqê ya Asrin diyar kir ku biryara qedexe û astengî rabûye ji 17'ê Nisanê de hatiye dayîn û ne biryarek nû ye. Parêzeran destnîşan kir ku heta niha çima tenê carekê parêzer çûn hevditinê û çima 8 serlêdanên parêzeran hêj bê bersîv in. Parêzeran anîn ziman ku ji 2011'an heta niha 808 caran serlêdanên wan hatin redkirin û bi hinceta cezayê "Sûcê dîsîplîne" dane Ocalan serlêdanen parêzeran red kirine. Parêzeran herî dawî di 25'ê Nîsanê cara 809’an serleda kirin û ev serlêdan bê bersîv ma. Parêzeran cara 810’an di 30'e nîsanê de serlêdan kirin û ji 4 parêzeran tenê serlêdana 2 parêzeran hat qebûlkirin. Lê piştî 17'ê nîsanê ku dadgehêbiryar da parêzeran 9 saran serlêdan kirin û 8 serlêdanên wan hêj bê bersîv in.
 
 
 
 
 

Sernavên din

15:56 Dayika 56 salî hefteyekê di bin çavan de hiştin: Kodê te çiye?
15:23 Peymana 3 hekîman fes kirin
14:58 Aksakoglu: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin
14:44 Cenazeyê Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin
14:37 Kubîlay: Divê Tirkiye vegere polîtîkayên aştiyane
14:23 Qamyona ka lê barkirî qelibî
14:12 Rêveberekî DBP'ê hat binçavkirin
14:07 Kavala yê 20 mehin girtî ye. Îdîaname xizmeta bêîtîbariyê dike
13:42 Bachelet: Divê dewletên têkildarî DAIŞ û mabatên wan ên li Sûriye berpirsiyar tev bigerin
13:41 Ciwanê ku bi avê re çû hê jî nedîtine
13:26 Danişîna Doza Geziyê dest pê kir
13:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da
13:09 KESK: Rejîma yek zilamî hejiya
10:29 Zarokê di bin wesayîtê de ma jiyana xwe ji dest da
10:16 Samî Tan û Aslihan Yildirim bûn hevserokên PEN’a Kurd
09:48 Dayika wî dafdan erdê û wî jî binçav kirin
09:40 Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr encamanên ragihand
09:01 Li Heskîfê şikefta dîrokî xistin bin betonê
09:01 Li bazara zad a Rihayê bêdengî heye
09:00 Zarok li gel mûçeyên kêm jî di karên zor de dixebitin
09:00 30 salin sera kirê dike û debarê dike
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2019'AN
23/06/2019
21:55 Li Qamişlo teqîn: Welatiyek birîndar bû
21:50 Serokê YSK’ê Guven: Piştî pêvajoya îtîrazê em ê mazbatayê bidin
21:21 Erdogan têkçûna Bînalî Yildirim qebûl kir
20:52 Îmamoglu li 28 navçeyan bû yekemîn
19:49 Îmamoglu: Carek din hat dîtin ku pêdivî bi demokrasiyê heye
19:25 Bînalî Yildirim: Rikberê min Îmamoglu li pêş e
19:24 YSK: Qedexeya li ser weşanê rabû
19:08 Cenazeyên du birayên hev ku fetisîn hat dîtin
19:04 ANKA: Sindoq ji sedî 55 vebûn: Namzetê CHP'ê Îmamoglu ji sedî 11 li pêş e
18:20 Li Peyasê nêzî hezar donim genim şewitî
18:19 Li Mêrdînê 4 ciwan hatin berdan
17:59 Serokê Desteya Hilbijartinê ya Stenbolê spazma dil derbas kir
17:59 Li Stenbolê jimartina dengan dest pê kir
17:41 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê kurd destûrê nedin êrîşan
17:11 Li Stenbolê sindoq hatin girtin, deng dayîn bi dawî bû
16:50 Li Edenê zilamekê xwişka xwe kuşt
16:09 Bertek nîşanî xemsariya AFAD’ê da: Cenaze bi saetane di avê de
15:35 Ciwanê ket Çemê Dicle ber avê ket û winda bû
14:58 Cenazeyê ciwanê ket Çemê Avaşîn hat dîtin
14:51 Abullah Gul: Înşellah wê her tişt pirr xweş be
14:49 MEBYA-DER'ê 1'emîn kongreya asayî li dar xist
14:10 Bûldan a dengê xwe da: Dê ji sindoqan azadî û aştî bipijiqin
14:09 Karkerê ji 70 metreyî ket jiyana xwe ji dest da
13:42 Li gundê Entaxê agir bi zeviyên çandiniyê ket
13:32 Ekrem Îmamoglu: Her tişt wê pir xweş bibe
12:56 Bînalî Yildirim raya xwe da: Biryara gelê Stenbolê ser seran ser çavan
12:10 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Batûfayê bombe kir
12:09 Walîtiya Bedlîsê li gundên Tetwanê qedexe îlan kir