Dayika 75 salî ya kur û hevjînê wê girtî 20 rojin li ber xwe dide

  • rojane
  • 09:01 19 Gulan 2019
  • |
img
AMED – Hasîna Guler a 75 salî ya kurê wê 80 rojin di greva birçîbûnê de ye û hevjînê wê 25 salin girtî ye, 20 rojin bê navber tevî hemû tundî, zext û mudaxaleya polîsan li Parka Koşuyolu li dijî tecrîdê li ber xwe dide. 
 
Dayika 75 salî Hasîna Guler a hevjîn û kurê wê girtî, 20 rojin li dijî tecrîdê berê xwe dide Parka Koşuyolu û nobetê digire. Hasîna Guler Kurê wê Habîb Guler 16 sal û hevjînê wê Siddik Guler jî 25 salin girtîye. Kur Habîb Guler li Girtîgeha Hêjmar 2 a Kandirayê ji 1'ê Adarê û virde 80  rojin di greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Guler piştî hat girtin rastî cezayê muebetê hat. Hevjinê Hasîna Guler Siddik Guler ê 79 salî jî li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê girtî ye. Guler ê rastî cezayê muebbetê hatiye 25 salin girtî ye. 
 
‘BI BAWERÎ DADIKEVIM QADAN
 
Malbata Hasîna Guler di sala 1994'an de ji gundekî navçeya Bismilê ji neçarî koçî Amedê kirin. Guler ji 1'ê Gulanê heta niha bi armanca piştgiriyê bide girtiyen di greva birçîbûnê de û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike berê xwe dide Parka Koşuyolu û tê li vir tev li çalakiya dayikan dibe. Guler xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe û aramî bê girtîgehan û Tirkiyeyê. Guler ani ziman ku beriya kurê wê dest bi grevê bike kurê çû girtîgehê û wiha got: "Herî dawî beriya kurê min dest bi grevê bike min kurê xwe ziyaret kir. Ez pîr bûme nikarim her dim biçim kurê xwe bibînim. Lê nebînim ji hîs dikim ku kurê min di çi rewşê de ye. Li dilê min dişewite. Dema kurê min hefteyê çarekê telefonî min dike hêzek pir mezin dide min. Ez pir kêfxweş dibim. Ez bi hevî, moral û baweriya ku dide min têdikoşim." 
 
‘HETA TECRÎD BI DAWÎ BIBE EMÊ LI GEL ZAROKÊN XWE TÊBIKOŞIN
 
Guler, anî ziman ku piştî hevjînê wê hat girtin gelek zor û zahmetî jiya û wiha got: "Min gelek zor û zahmetî derbas kirin. Min bi zahmetiyên mezin zarokên xwe mezin kirin. Dema hevjînê min hat girtin zarokên min biçûk bûn. Dema em hatin Amedê kesî xanî nedida me. Dewletê gundê me şewitand. Xaniyê me şewitandin û em qexirandin. Me gelek zor û zahmetî dît." 
 
Guler, bal kişand ser vîn û têkoşîna kurê xwe û wiha got: "Kurê min vîn û baweriya wî pir xurt e. Ji bo bawerî û têkoşîna xwe mirinê dide ber çavê xwe. Ez bi kurê xwe pir serbilind im. Dewhleta Tirkiye her tim me dixapîne. Gavan navêje. Tecrîd tenê bi dîtina carekê bi dawî nabe. Heta tecrîd bi dawî bibe ezê li gel kurê xwe têbikoşim. Dayik her roj dadikevin qadan. Çima ji ber ku kezeba wan dişewitin. Kî dixwaze li kolanan rastî lêdanê bide. Em dayik in. Çima wisa hişk êrîşî me dikin. Em dibêjin êdî bes e. Dema min di telegonê de got 'Tu çima ketiye grevê? Got me ew qas zilm û zorî dît. Me ew qas çavê xwe ji tecrîdê re girt. Ger ku ez ji niha û şûnde di nava vê têkoşînê de cih negirim ezê li ku cih bigirim? Me jî ew qas zilm û zordarî dît. Min jî got ez jî ger ku ji bo te ne li qadam bim kîyê li qadan be? Em bang li rayedaran dikin êdî bes e bila dengê me bibnîzin û gavan bavêjin. " 
 
 
 

Sernavên din

11:36 Welatiyên Amedê xwest Kurdên Stenbolê dengê xwe bidin Îmamoglu
11:33 Zarokên, dayika xwe di Komkujiya Garê de winda kirin dixwazin bavê wan bê berdan
11:07 Demîrtaş ji bo Stenbolê bang kir: Ez bi bawerim bêbiryarî tune ye
11:00 Hevserokê MED-DER’ê: Lewheyên rakirin sedama hebûna gelê Kurd e
10:40 Nameyên Ocalan nedan girtiyan
10:29 Qeyûmê Amedê 759 milyon deyn li pey xwe hişt
10:22 Danişîna biryara Doza Panzêrê sibê ye: Biyarek adil û bêalî bidin
10:07 Dadgeha Îstinafê beraeta doza komkujiya Licê li gorî hiqûqê dît
09:57 Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence li girtiyên nimêj nakin hat kirin
09:50 Şaredariya Amedê ji bo zarokan dest bi kursên havînê dike
09:50 Walîtiya Colemêrgê mehek din çalakî qedexe kirin
09:08 Hem çanda xwe didomînin hem jî pê debara xwe dikin
09:08 ‘Cotkar erdê xwe, mal, erse û wesayîyên xwe difiroşin'
09:07 Wê li dijî neheqiyê biçin ser sindoqan
09:07 Çalakgerê rojiya mirinê Cengîz: Divê em têkoşînê pêş bixin
09:06 Tekane kolînerê Rihayê ji ber krîza aborî wê dev ji karê xwe berde
09:06 Cotkar êdî maşîneyên xwe difiroşin
09:05 Duzkan: Di azadiya çapemeniyê de em di dema herî xirab de ne
09:05 Nalbûr: Heta atmosfereke ewle çênebe wê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2019'AN
17/06/2019
23:19 Li Agiriyê ji ber lehî û birûskê 4 kes mirin
20:54 Serokomarê xistî yê Misirê Mursî li eywana dadgehê mir
19:23 Li Hezexê şewat dîsa dest pê kir
18:45 Desteya Çandinî û Aboriyê: Şewatê 19 milyar lîre zerar da welatiyan
18:02 Temellî: Bila ne Heskif bila AKP di bin avê de bimîne
17:06 Arslan: Hêza pêşeng a demokrasî û azadiyê kurd in
16:25 35 kes li Edenê dibin çavan dene
16:03 'Agahiya we ji Avşîna 1 salî ya girtî heye?'
15:19 TTB: Em hemû kesên edaletê dixwazin vedixwînin kongreyê
15:16 Hevşaredarê Dêrikê yê berê hat berdan
15:13 Olûç: Hişmendiya 'Biçehimin biçin' û 'Emê rojhilatê Firatê paqij bikin' yeke
15:02 Rojnamegeran binçavkirina hempîşeyen xwe şermezar kirin
14:48 Li navenda Qamişlo teqînek rû da
14:39 Temellî: Em ê di sindoqan de bersiv bidin dijminên kedê
13:02 Şaredariya Geverê ji ber deynê qeyûm nikare kar bike
12:30 Kêştiya penaberan noqî avê bû: 9 kesan jiyan xwe ji dest dan
12:12 Gundiyan şewata piştî pevçûnê rû da vemiranedin
11:37 Polîsê ku qeyûm kiribû midur ji kar hat vêtin
11:01 Rêveberekê DBP’ê hat binçavkirin
10:57 Di meha Adarê de rêjeya bêkariyê ji sedî 14.1 zêde bû
09:32 Li Edenê gelek ciwan hatin binçavkirin
09:31 Galaya belgefîlma ‘Sakli Hac’ hat kirin
09:30 Ji bo Bîlgîlî yê êrîşa zayendî kir dîsa bê girtin dê serlêdan bikin
09:30 ‘Pirsgirêka derdorê tuneye, pirsgirêka mirovan heye’
09:29 Li Heskîfê masî di talûkê de ne
09:29 Gergerlîoglu: Îdîayên li navendên girêdayî Wezareta Karê Hûn îşkence zêde bûne hene
09:27 HDP’ê bang li hilbijêrên xwe kir: Deng bidin Îmamoglû
09:26 Bila Ekremên din neyên kuştin
09:26 Li gundên Çinarê çinîna pîvazan dest pê kir
09:09 Li Amedê Muzeya Servekirî ya Mezopotamyayê tê avakirin