Endamê DÎK'ê: Êrîşa li dijî cenazeyan polîtîka dewletê ye

  • rojane
  • 09:04 19 Gulan 2019
  • |
img
DERSÎM - Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Abdullah Arkan, êrîşa li dijî cenazeyê HGP'ê rexne kir û wiha got: “Ev polîtikaya dewletê ye."Ez bang li hemû misilmanan dikim ku li gel mislimanan cihê xwe bigirin. Li dijî zordariyê dengê xwe bilind bikin." 
 
Hefteya borî piştî operasyona eskerî ya li Dersîmê, di şer de endamekî HPG'ê jiyana xwe ji dest da. Eskeran piyê xwe da ser cenaze û wêne kişandin û piştre ev wêne li ser medya civakî parve kirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê sekna eskeran her diçe zêde dibe. Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu, ev mijar bir rojeva meclîsê û xwest der barê vê yekê de lêpirsîn bê destpêkirin. ÎHD'ê serlêdana sûc kir û xwest ew kes bên darizandin. Lê heta niha têkildarî vekirina dozê de tu gav nehatiye avêtin. Di salên 1990'an de jî eskeran di operasyonan de li dijî cenazeyên endamên HPG'ê pêkanînên bi heman rengî dikirin. Îşkence bi cenazeyan dikirin û pêl li cenazeyan dikirin û wêne dikişandin. Di sala 2015'an de jî li dijî endama HPG'ê Kevser Eltürk (Ekin Wan) heman tişt kiribûn. Cenazeyê  Elturk tazî kiribûn û teşîr kiribûn. Her çend der barê polîs û eskeran de lêpirsîn hat vekirin jî tu encam nehat girtin. 
 
Tirkiye li gorî "Peymana Li dijî Îşkence û pêkanînên Li Dijî Mirovahiyê yên Biçûkxistinê ya Neteweyên Yekbûyî" van pêkanînên karmendên cemaweriyê yên ku êş û elemê didin wekî îşkence pênase bike. Ev peyman erkê dide ku welatên ev îmze kiriye, hebûna wan a manevî biparêze û mîsoger bike. Li gel ku Tirkiye ev peyman îmze kiriye jî di salên dawî de dîsa pêkanînên ku rûmeta mirovan dixe bin pîyan zêde bûye. Tirkiye bi rûdanên pêş dikeve ji vê peymanê dûr disekine. 
 
Tekildarî mijarê Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Abdullah Arkan, êrîşa li dijî cenazeyê HGP'ê rexne kir û wiha got: “Ev polîtikaya dewletê ye."Ez bang li hemû misilmanan dikim ku li gel mislimanan cihê xwe bigirin. Li dijî zordariyê dengê xwe bilind bikin. Li gorî kur-anê mirov hebûnek pîroz e. Li gorî ayetan kesekî ku mirov bikuje wekî cîhanekê xera bike. Kesê ku mirovekî rizgar bike jî wekî cîhanekê rizgar bige. Li gorî hadîseyên Pêxember jî "Yê herî baş ew kesê ku fêda wan digêje mirovan e. Yê herî xerab jî kesê zerara wan digêje mirovan e. Bi taybetî divê hurmetê nîşanî  miriyan bidin. Kesê ku miriye baweriya wî nayê pirsîn. Kesê mir bawerî û fikra wî çi dibe bila bibe divê hurmetê nîşan bidin." 
 
BÊRÛMETIYA LI DIJÎ KESÊN MAFÊ XWE DIPARÊZIN TÊ KIRIN MUFSÎT E
 
Arkan, anî ziman ku 30 salin heman minak xwe dubare dikin û wiha berdewam kir: "Ev mirov ji ber ku li mafê xwe digerin û mafê xwe diparêzin tên kuştin. Îşkence li cenazeyên wan dikin. Kesên li hemberî kesê ku li mafê xwe digerin bê hurmetiyê bikin müfsît e. Bi vê yekê bi saxî dayik û bavê wan dikujin. Lîstika bi cenazeyan polîtîkaya dewletê ye. Hemû hikûmetên hatine ser kar serî li heman rê û rêbazê dane. Ev zarokên gelê Kurd in. Divê hurmetê nîşanî cenazeyên wan bidin. Politîkayên ku hurmetê nîşanî saxan nedin, qet hurmetê nîşanî miriyan jî nadin. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç
 
 
 

Sernavên din

10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê