Wekîlê HDP'î: Êrîşa li dijî çalakgerên grevê wê kaos û krîzê kûr bike

  • rojane
  • 12:33 19 Gulan 2019
  • |
img
ENQERE – Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî, têkildarî êrîşa li dijî çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehan diyar kir ku ger ji girtîgehan agahiyên xerab derkevin hikûmet nikare ji bin derkeve û wiha got: "Ger ku sibê agahiyek xwerab ji girtîgehê derkeve berpirsiyar hikûmet e. Hikûmet nikare ji bin derkeve. Di heman demê de hemû hêzên demokrasiyê nikarin ji bin vê yekê derkevin. Ev êrîş wê kriz, kaos û cudakariyê bêtir kûr bike." 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmirê Murat Çepnî, êrîşên li dijî çalakgerên li girtîgehan di grevê birçîbûnê de nirxand û wiha got: "Li girtîgehên ku çalakiya rojiya mirinê û greva birçîbûnê lê zêde ye, li ser navê lêgerînê hewldanên provokatif pêş dixin. Bi taybetî girtîgehên ku grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê lê zêde ne, li ser van girtîgehan zext zêde ne. Tevî hemû hewldanên HDP'ê ku xwestin biçin li girtîgehan hevdîtin bikin jî, dîsa rayedarên girtîgehê bi mere hevdîtin nekir. Ev erîş fêdê nadin tu kesî. Ev êriş wê bi xwe re kriz, kaos û cudakariyê pêş bixin."  
 
'SERDEGIRTIN BÊ HINCET NAYÊN KIRIN'
 
Çepnî, da zanîn ku di 2 rojên dawî de zext û serdegritina li ser girtîgehan zêde bûye û wiha pêde çû: "Li hin girtîgehan rojê 2 caran bi ser kawîşan de digirin. Li gorî agahiyên ji mere hatin, serdegirtin bê hincet tên kirin. Divê tu serdegirtin bê hincet neyê kirin Radyoyên ku girtîgehê dane wan dîsa kom dikin. Doşekan davêjin erdê. Bê hincet bi ser odeyên girtiyan de digirin û odeyên wan belav dikin. Ev pêkanîn berê jî hebûn." 
 
DIXWAZIN ŞER KÛR BIKIN
 
Çepnî, bibîr xist ku di vê pêvajoya ku daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk bînin de, dijberî vêyekê alozî û kaosê zêde dikin û wiha pêde çû: "Ger ku sibê û rojek din agahiyek nexweş ji girtîgehan derkeve hikûmet û saziyên demokratîk wê di bin vê yekê de bimînin. Ji ber ku girtî ji bo daxwazên xwe biparêzin tenê ev rêya têkoşînê di destê wan de maye. Ji bo rêbazên din li pêş wan hatine girtin ji neçarî serî li vê rêbaza çalakiyê didin.  Ji ber vê yekê ev serdegirtina odeyan pir cîdî ye. Divê demek berî demekê hikûmet gavan bavêje. Divê kêliyek berî kêliyekê rê li pêş hevdîtinê bê vekirin û hevditin dest pê bike. Di salên 2000'an de jî li dijî girtîgehan êrîş pêk hatin. Niha dixazin dîsa serî li vê rêbazê bidin. Ev bêtir xizmeta şer dike. Ev şer bi rêxistin dike." 
 
MA / Berivan Altan – Selman Guzelyuz
 
 
 

Sernavên din

20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê