Esnafên Wanê: Heta aştî çênebe wê krîz hebe

img

WAN - Esnafan anî ziman ku sedema sereke ya krîza aborî pirsgirêka kurd û polîtîkayên hikûmetê ne û tekane rêya xelasiyê aştî ye. 

 
Li Tirkiyeyê krîza aborî kûr dibe û ji ber vê li esnaf û welatiyan bêhêviyek peyda dibe. Esnafên li Wanê ji bo pêşerojê reşbîn in û welatî jî bawer nakin ku wê rewşa aboriyê baş bibe. 
 
SERFETIHÊ JÎ NAKIN 
 
Nevzat Hamzaoglû ku 20 sal in amûr û alavên spî difiroşe, diyar kir ku berê rewşa wan baş bûye lê belê ev du sal in êdî nikarin heqê kirêya xwe jî bidin. Hamzaoglû, got: "Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê em nikarin debara malbata xwe jî bikin. Berê me cilşoyek bi 800 lîreyî dikirî, niha em hezar û 800 an jî 2 hezarî dikirin. Karê me li ser dolara ye. Îjar wexta em tiştekî difiroşin em nikarin şûna wî tije bikin. Kes hew cilşo û firaqşoyan dikire. Roj heye em serfetihê jî nakin û diçin mala xwe." 
 
'SEDEMA KRÎZÊ ŞER E' 
 
Hamzaoglû, destnîşan kir ku sedema krîzê şerê li hemberî gelê kurd e û got: "Eger êkiliya hikûmet-dewletê ya bi gel re baş bibe wê rewşa aboriyê jî baş be û wê krîz nemîne. Lê belê sedema vê yekê şer e. DYA dibêje eger Tirkiye ji Rûsyayê S-400'an bikire ew ê ambargoya abiryî têxe dewrê. Ev jî wê bibe sedema hîn bêtir kûrbûyîna aborî." 
 
Recep Tûnç ku 15 sal in karê telefonan dike, bilêv kir ku du sal in rewşa karê wan qet nebaş e. Tûnç, got: "Em telefonan bi dolaran dikirin. Lê ji ber dolar zêde dibe ne em dikarin telefonan bikirin ne jîb ifiroşin. Mirov tên tenê li wan dinerin û li fiyetê wan dipirsin. Her kes betal e. Fabrîkayek jî tune ye. Deriyên sînor jî girtî ne. Mirov nikarin bazirganiyê jî bikin. Ji ber vê pereyê mirovan jî tune ye û çerxa bazirganiyê jî nazîvire. her sal hilbijartin çêdibin. Bi bacên mirovan xebatên hilbijartinê dikin. Ev yek bandorê li gel û esnafan dike. Mişterî ji bo makîneyek şarjê bikire tê, li fiyetê wê dipirse wexta dibihîse bêyî bikire dertê. Mirov bi hêviyê dijîn, lê niha em nikarin behsa hêviyê bikin. Em nikarin xeyalan jî çêbikin. Em ji dewletê dixwazin deriyên sînoran veke. Daxwaziya me ya herî sereke aştî ye." 
 
'ZILM Û ÎŞKENCE HEYE'
 
mehdî Gerçeklî ku karê qirtasiyeyê dike jî got: "10 sal in vî karî dikim. Lê cara ewil e dibînim ku krîzeke aborî ev qas tesîrê li mirovan dike. Du sal in rewşa karê me nebaş e. Ji bo hin tiştan em bihêvî ne lê belê pêk nayê. Ev jî ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê ye. Gelek sedemên nebaşbûna rewşa kar hene. Yek jê krîza aborî ye. Sedema vê krîzê jî polîtîkayên çewt ên hikûmetê ne. Di dema pêvajoya çareseriyê de mirov pirtûk dikirîn. Nexasim jî pirtûkên kurdî. Lê piştî pêvajo bi dawî bû êdî mirov pirtûkan jî nakirin. Ji ber zilm û îşkenceya dewletê ya li ser gel, mirov hew pirtûkên kurdî jî dikirin." 
 

Sernavên din

19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'