11 Efrîniyên li Hatayê tên darizandin nehatin berdan

  • rojane
  • 13:57 13 Hezîran 2019
  • |
img

HATAY - 3’yemîn danişîna 11 sîvîlên OSO’yan li Efrînê binçavkirin û teslîmê MÎT’ê kiribûn hat dîtin. Sivîlan, di parastina kirin de gotin wan dibin îşkencê û gefan de îfade dane. Di danişîna hat dîtin kes nehat berdan. 

Artêşa Sûriyeya Azad (OSO), piştî ket Efrînê avêt ser malan û gelek sivîl binçavkirin û îşkence kirin. Ji kesên hatin binçavkirin 11 jê di 22'yê Îlona 2018'an de radestî MÎT'ê hatin kirin û bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê û kuştina bi qesdî" der barê wan de doz hat vekirin. 3’yemîn danişîna 11 Efrîniyan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê hat dîtin. 11 sivîlên girtî û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir. Dest pê kê 11 kesên sivîl parastin kirin û sûcdariyên li ser xwe red kirin.
 
‘ME 12 ROJAN ÎŞKENCE DÎT’
 
Sivîlan di parastina xwe de wiha gotin: “Endamên OSO li Efrînê 12 rojan îşkence bi me kirin. Dûre em teslîmê cendirmeyan kirin. Li Qereqola Cendirmeyan a Hatayê jî, em rastî îşkenceyên giran hatin. Em bi zarok, hevjîn û dayikên em tehdît kirin. Ji ber vê yekê em necar man ku îfadeyên anîn ber me îmze bikin. Em bê sûcin û berdana xwe daxwaz dikin.”
 
'SÛCDARKIRIN LI DIJÎ HIQÛQÊ NE'
 
Dûre parêzerên sîvîlan parastin kirin û diyar kirin ku sûcdarkirin li dijî hiqûqê ne. Parêzeran, dan zanîn ku piştî kuştin leşkeran 6 meh şûn de muwekîlên wan ji aliyê OSO’yan ve hatine binçavkirin, îşkence kirin û teslîmê Tirkiyeyê hatine kirin. Parêzeran bal kişandin ser îşkenceyên li muwekîlên wan hatin kirin û wiha gotin: “Leşkeran dibin îşkenceyê de îfadeyên muwekîlên me girtin û bi zorê bi wan dane îmze kirin.”
 
ÎŞKENCE BI RAPORA ATK’Ê PIŞTRAST BÛ
 
Parêzeran, anîn ziman ku muwekîlên wan rastî îşkenceyê hatine û wiha bilêv kir: “Îşkence bi rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ê  jî hat piştrast kirin. Ev rapor jî di dosyeyê de cih digirin. Ji ber vê  yekê  girtina muwekîlên me li dijî hiqûqiyê û em daxwaz dikin ku muwekîlên me bên berdan.”
 
TALOQÎ 27’Ê HEZÎRANÊ KIRIN 
 
Dozger dûre mutalaya xwe da û xwestin girtina 11 kesên sivîl dewam bike. Şandeya dadgehê jî, biryar da ku girtina 11 sivîlan dewam bike û danişîn taloqî 27’ê Hezîranê kir.
 

Sernavên din

16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'