Welatiyên Amedê xwest Kurdên Stenbolê dengê xwe bidin Îmamoglu

  • rojane
  • 11:36 18 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Welatiyên Amedê hilbihartina Stenbolê nirxandin û xwest gelê Stenbolê geşedanên li Sûr, Cizîr, Sîlopî, Nisêbînê bînin pêş çavê xwe û li gorî wê dengê xwe bavêjin sindoqan. Amediyan diyar kirin ku dixwazin Ekrem Îmamoglû qezenç bike û xwest Kurd dengê xwe bidin Îmamoglu. 

 
Di hilbijartina 31'ê Adarê de piştî Namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglu bi ser ket, li ser îtîraza AKP û MHP'ê, Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK), biryara nûkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dabû. Li ser biryara YSK'ê hilbijartina Stenbolê taloqî 23'ê Hezîranê kir. Di hilbijartina Stenbolê de namzetê CHP û ÎYÎ Partî Ekrem Îmamoglu û Namzetê Îttifaka Cûmhûr Bînalî Yildirim, Partiya Saadet, Partiya Vatan û 17 namzetên serbixwe wê têkevin pêşbirgê. Welatiyên Amedê têkildarî hilbijartina 23'ê Hezîranê ku li Stenbolê pêk bê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
Welatî Huseyîn Sumbul ê 33 salî diyar kir ku li Stenbolê du namzet di pêşbirkekê de ne û got: “Îmamoglû bi yek carê derket û gel jê hez kir. Kurdên li Stenbolê dijîn wê piştevaniya Îmamoglû bikin. Li gorî min wê Îmamoglû qezenç bike. 25 sal in AKP qezenç dike. Lê vê carê Îmamoglû wê qezenç bike."  
 
'LI SÛRÊ MIROVÊN ME HATIN KUŞTIN' 
 
Ferît Abdûllahoglû yê 28 salî jî diyar kir ku dê Ekrem Îmamoglu qezenç bike û wiha got: “AKP’ê Tirkiye gelek paşve xist. Suriyeyî hemû anîn li Tirkiye bi cih kirin. Em ê piştevaniya Îmamoglû bikin. Bila guhertinek çêbibe. Hikûmdariya Erdogan hêj berdewam dike. Divê ev were guhertin ku nûbûnek çêbibe AKP’ê hertişt xelas kir. Rastiya heyî û ya di televizyonan de ji hev cuda ye. Li Sûrê gelek mirovên me hatin kuştin. Ji ber vê yekê bila gelê me yê Stenbolê vê rastiyê bibînin û biçin ser sindoqan." 
 
Samet Ayaz ê 25 salî jî bibîrxist ku demek dirêje Stenbol di destê AKP’ê de ye û wiha axivî: “Ji bo ku guhertinek çêbibe em dixwazin Îmamoglû qezenç bike. Ji vir bang dikim ku gelê me yê Stenbolê piştevaniya Îmamoglû bike. Pirsgirêka bêkariyê dema Îmamoglû qezenç kir wê jêre çareseriyekê bibîne.”
 
'AKP'Ê TIŞTA NEBÛYÎ KIR' 
 
Hediye Tosûn a 35 salî jî xwest êdî Erdogan li cihê xwe rûne û wiha got: “Divê kurdên ku Stenbolê dijîn Îmamoglû hilbijêrin. Dema Îmamoglû kezenç kir dîsa weke 31 Adarê dê tiştekê bikin şaredariyê dîsa jê bistînin. AKP'ê heta niha tiştê nebûyî kiriye. Hêvî dikim ku Îmamoglû qezenç bike.”
 
'BILA YÊ HEQ DIKE QEZENÇ BIKE' 
 
Mizgîn Kajûk a 28 salî jî xwest yê heq bike bila qezenc bike û wiha axivî: “AKP jî CHP jî qezenç bike bila xizmetê ji gelê Stenbolê re bikin. Bila siyasetê û niqaşan deynin aliyekî û xizmeta gel bikin." 
 
'HDP DIYARKER E' 
 
Welati Ramazan Orûç ê 36 salî jî bal kişand ser rêjeya Kurdên li Stenbolê û wiha got: "Ji sedî 95 hilbijêrên kurd wê piştevaniya Îmamoglû bikin. Bandora HDP’ê ya li Stenbolê zêde ye. Em tev li heman welatî dijîn. Divê gel rastiya qeyûman ji bîr neke. Kurd êdî ne kurdên berê ne. Di ferqa her tiştî de ne. Ez dixwazim ku gelê me piştevaniya Îmamoglû bike. 
 
Herî dawî welatî Suleyman Ûyan ê 27 salî jî anî ziman ku Îmamoglû ji bo Tirkiyê wê baştir be û got: "Nûbûnek şert e. Zimanê vê nûbûnê di Îmamoglû de heye. Ez jî weke HDP’î û kurdek ji bo AKP bikeve Îmamoglû dipejirînim." 
 

Sernavên din

11:30 Bernameya Festîfala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin
09:28 SETA ‘Operasyona Pençe’ analîz kir: Divê TSK li Kurdistan a Federe bi cih bibe
09:27 Aboriya komunal ava dikin
09:26 Têmaya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'
09:25 Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin
09:25 Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in
09:24 Di nav salekê de sê caran hat kuştin!
09:23 Ji ber 'nepaqijiyê' cezayê pereyî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hat birîn
09:22 Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
15/07/2019
18:26 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan
17:02 Cenazeyê 4 HPG'iyan 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin
16:05 SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
16:04 Ciwanên HDP’yî sibê li Amedê şahiyek li dar dixin
15:59 Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên
14:46 2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
14:19 Ligel daxuyaniya ODTU ya dê ‘ber çavan re derbas bikin’ jî KYK ji bo destûrê serlêdan kir
13:53 Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê