Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e

  • rojane
  • 15:04 19 Hezîran 2019
  • |
img
RIHA – Dîlan û Yekbûn Îzol ên ku Birayê Parlamenterê AKP'ê Zulfîkar Îzol, Cîhan Îzol û zilamên wî bi çekan bi ser gundê wan de girt û dayik û bavê wan Hakki û Zozan kuştin, diyar kirin ku ev zilm 17 salin didome û heta niha dewletê ew qet neparastine. Dîlan Îzol, anî ziman ku rojek berî êrîşê cendirmeyan bi ser mala wan de girt û li malê lêgerîna çekan kir. Dîlan Îzol ji partiyên siyasî alîkarî xwest. 
 
Di 15'ê Heziranê de li Gundê Çeltîkê ya Navçeya Sîwerega Rihayê xizmên Parlamenterên AKP'ê Zulfîkar Îsol bi ser malbatek Îzol de girtin û ji malbatê 4 kes kuştin. Di komkujiyê de dayik Zozan Îzol (41), bav Hakki Îzol (55), Meral Îzol (41) û xwendekare zanîngehê Mûsa Serhat Îzol (22) di êrîşa çekdarî de hatin kuştin. Mehmet Metîn Îzol û Yûsuf Rojhat Îzol bi biranî birîndar bûn. Yekbûn Îzol a 22 salî û Dîlan Îzol a 24 salî ku bûn şahidê komkujiyê diyar kirin ku 17 salin li ser wan zilm heye. Dîlan û Yekbûn ji Lêkolînerê Kurd ê li DYA dijî Nivîskar Edîp Yuksel re çavdêriyên xwe parve kirin. Yuksel bi rêya medya civakî Youtube axaftina xwe ya telefonê parve kir. Yekbun Îzol, anî ziman ku dîmena hat kişandin û li ser medya civakî hat parvekirin pismamê wê kişandine û wiha got: "Hin dimenên din jî hene. Me ew dîmen dan dozgeriyê. Niha tu parastina me tune ye. Tu tedbîrên parastina me tune ne. Em ji aliyê xal û xaltikên xwe ve tên parastin. Xwişka min bêtir ji bûyerê agahdar e." Yekbun Îzol, piştre telefon da xwişka xwe Dîlan Îzol. Dîlan Îzol jî agahî da û got: "Ji xeynî Yekbun xwişka min a 20 salî Fatma Rojbin, Muhammed Agit ê 17 salî,  Mustafa Baver ê 15 salî Zeynep Jînda ya 9 salî 4 xwişk û birayê wê hene. Ev dijminantiya 17 salan e. Bûyer di navbera Bavê min, mamê min û birayê Parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfikar Îzol  de derbas bûye." 
 
17 SALIN ZILMÊ DIKIN
 
 
DîlAn Îzol, anî ziman ku Malbata Îzol a AKP'î 17 salin zilmê li wan dikin û wiha bi dawî kir: "Gelek caran xwestin mala me bişewitînin û xera bikin. Gelek caran bi ser mala me de girtin. Êrîş kirin. Di bûyera herî dawî de rojek berê eskeran bi ser mala me de girtin û li mala me lêgerîn kirin. Roja din jî bi ser mala de de girtin, dayik, bav, amojn û pismamê min kuştin. Dema rojek berê esker hatin mala me lêgerîn kirin em ketin nava fikaran. Lê me dîsa baweriya xwe ya li hemberî dewletê xera nekir. Di dîmenan de her tişt li holê ye. Piştî bûyerê gotin yek hatiye girtin. Lê çiqas rast em nizanin. Ez, 6 xwişk û bira û pismam û dotmamên xwe li gund dimînin. Tu ewlehiya me tune ye. Tenê xalên me me diparêzin."  Dîlan Îzol, herî dawî bang li rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî kir û xwest alîkariyê bi wan re bikin û got: "Em dixwazin bi hemû partî û wekîlan re hevdîtin bikin." 
 
 
 
 

Sernavên din

01:03 Wargeha Penaberan Mexmûr tê bombebarankirin
18/07/2019
16:51 Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
16:41 HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir
16:41 Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin
16:27 Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin
15:58 ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin
15:45 Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin
15:19 Li Balikesîrê di malekê de tûp teqiya: Kesekê jiyana xwe ji dest da
15:18 Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
14:32 Ayaz û Nûpelda li herêma eskerî jiyana xwe ji dest dan
14:25 ‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye'
14:18 Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin
14:11 Dolmîşa koçberan qulipî: 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:59 Rojnameger Evren nehat berdan
13:29 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
13:28 4 kes li Xerabê Bava hatin binçavkirin
13:25 Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn
13:03 Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin
12:54 Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî
12:41 Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin
11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye