Berfirehiya ‘herêma ewlekariyê’ bi vî awayî ye

  • rojane
  • 12:02 13 Tebax 2019
  • |
img

KOBANÊ - Ajansa Mezopotamya, xwe gihand berfirehiya civîna 3 rojan a li Enqerê dewam kir. Di civîna ligel rayedaren DYA’yê, 6 fermandarên payebilind ên NATO yên beşdar bûn de, di mijara “Herêma ewlekariyê” de li ser 5 kîlometre  kûrahî û 100 kîlometre berfirehiyê lihev kirine. 

Di encama lihevkirina Tirkiye û DYA’yê de, tê plankirina ku li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “herêma ewlekariyê” bê avakirin. Ajansa Mezopotamya (MA) xwe gihan berfirehiya naveroka civîna 3 rojan a li Enqerê dewam kir. Di mijara “herêma ewlekariyê” ya demek dirêj tê nîqaşkirin de, her du aliyan jî pêşniyarên cuda pêşkêşî hev kirin. Lê ligel vê yekê jî Tirkiye dest ji amadekariyên operasyona leşkerî ya li dijî herêmê berna de. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji bo ku ev pirsgirêk bi rêyên diyalogê bên çareserkirin, gelek caran ket nava hewldanan. Lê Tirkiyeye, sewqiyatên leşkerî yên ji bo sînorên bajarên Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê dewam dike û her roj sînlayên operasyonek berfireh dide. 
 
Ligel van pêşketinan, di rojên derbas bûyî de, di navbera şandeyên DYA û Tirkiyeyê de, civînek sê rojan dewam kir li Enqerê hat lidarxistin û tiştên tên gotin ji rastiya civînê pir dûrin. Li gorî lihevkirina hat kirin,  wê “Herêma ewlekariyê” 5 kîlometre  kûrahî û 100 kîlometre berfireh be.
 
KESÊN HATIN TIRKIYEYÊ KÎ BÛN? 
 
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, li ser maseya civîna sê rojan li Enqerê berdewam kir de, di şandeya bi rayedarên Tirkiyeyê re rûnişt de, ligel leşker û siyasetmedarên Rojhilata Navîn baş dizanîn, 6 fermandarên payebilind ên NATO’yê hebûn. Ji ber dirêjbûna civînê gelek nêrînên cuda tên gotin û di naveroka civînê de jî galek agahiyên balkêş hene. Di civînê de tenê mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatiye dest girtin. Bi vê yekê re ragehiya di navbera NATO û Tirkiyeyê de jî hatiye dest girtin û Tirkiyeyê di mijara “diyarkirina mihwerê” de xwe ferz kiriye.  Dîsan di civînê de li ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê nîqaş hatine kirin û ji Tirkiyeyê hatiye xwestin ku ji vir û şûn de li gorî polîtîkayên NAtO’yê tevbigere.  
 
‘HERÊMA EWLEKARIYÊ’ KU DERE? 
 
Herêm ji bo Bakur û Rojhilata Sûriyeyê lihev kirin jî, ji Girê Spî dest pê dike heya Serêkaniyê dirêj dibe. Di rêjiya vê herêmê 100 kîlometre ye û gelek gund û gom dikevin nava vê herêmê. Hêzên YPG û QSD’ê wê 5 kîlometre xwe ji vê qadê paşve vekişîne û bajarên herêmê wê ji aliyên meclîsên leşkerî yên herêmî ve bên parastin. Meclîsa leşkerî ya herêmî wê vê qadê dewr bigire. Li bendêye ku dinava van meclîsên leşkerî de “Meclîsên Leşkerî yên Girê Spî û Serêkaniyê” cih bigirin. Lê Tirkiyeyê ji şandeyê xwest ku hîn zedetir bikeve van herêman, bes ev daxwaza Tikiyeyê nehat qebûl kirin.     
 
BI  KOALÎSYONÊ RE WÊ LI DEWRIYÊ BIGERIN 
 
Li herêma hatiye diyar kirin, wê dibin kontrola hêzên Koaslîsyona Navneteweyî de cihên çavderiyê bên avakirin û çekên giran ên li herêmê dê heya 20 kîlometran paşve bên kişandin. Bi şertê ku Tirkiye şertên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bîne, wê bi hêzên koalîsyonê re karibe balafirên xwe ji ser herêmê bigerine. Dîsa biryara hat girtin ku dewriyeyên li herêmê agahî bidin navenda koalîsyonê û bi destûra wê bikevin nava tevgerê. QSD’ê jî ev yek qebûl kir. 
 
‘ÇALAKIYEK YEK ALÎ’ WÊ ÇÊNE BE
 
Dîsa yek ji biryarên herî girîng ên di civînê de hat girtin, Tirkiye wê ji vir û şûnde nekare “êrîşek yek alî” li dijî herêmê bê lidarxistin. Li gorî encamên vê peymanê, Tirkiye wê nekare ji derveyî aghiya hêzên koalîsyonê operasyon li dar bixe. 
 
PAŞVE VEGERA SÛRIYEYIYAN 
 
Ji bo paşvegerîna penaberên Sûriyeyê jî, li hevkirin hat kirin û ji bo Sûriyeyî vegerin ser axa xwe biryar hat dayîn. Wê kesên sivîl karibin vegerin ser cih û warên xwe. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ji bo vê yekê hesasiyeta pêwîst nîşan bidin.
 
Di vê çarçoveyê de ji bo “Navenda Tevgerê ya Hevpar” a li Tirkiyeyê bê avkirin, leşkerên DYA’Yî duh hatibûn Rihayê. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

21:35 Li Kadikoyê nûçegihana me Aslan û 6 kes hatin binçavkirin
19:24 Jina ku li Êlihê rastî tundiya hevjînê xwe hat jiyana xwe ji dest da
19:24 Li Wanê 10 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:36 Di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:17 Jina xwîn verişiya bêyî derman bikin dîsa şandin girtîgehê
16:41 Li pêşiya şaredariyê tayînkirina qeyûman şermezar kirin
16:26 AKP bûye partiya darbeyan
16:18 Kursiya Tahîr Elçî: Xwedîderketina dengan mafê qanûnî ye
16:02 Firat Koç: Min got 'pirsgirêkên min ên derûnî' hene lê guhdar nekirin
15:42 Binçavkirina 5 rojnamevan dirêj kirin
15:36 Girtiya 62 salî ya ji sedî 86 astengdar xwîn verdişe
14:55 37 rêxistinên sivîl ên Îzmirê li dijî tayînkirina qeyûmê deklerasyonek aşkere kirin
14:15 11 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:10 Qeyûmê Mêrdînê jî di 1'ê Nîsanê de ketiye nav tevgerê
13:49 Li gel rewşa wî ya xedar jî nehiştin bê tedawîkirin
13:49 Ciwanê ku AA idîa kir ew revandine çiyê: Ez neçûm çiyê, malbat dixwaze bi zorê min bizewiciîne
13:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê: Wê qeyûm biçin hilbijêr werin
13:17 'Qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê yek e'
12:33 HDP'ê xwest rojnameger û siyasetmedarên hatin binçavkirin berdin
12:22 Çalakiyên rûniştinê yên li dijî qeyûman di roja 5'an de didome
12:09 Li ser medya civaki li dijî kuştina Emine Bulut bertek zêde dibin
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Li Amedê binçavkirina 44 kesan dirêj kirin
11:09 Li Rihayê di mehekê de 4 jê zarok 11 kes di avê de fetisîn
10:16 Qeyûmê Wanê kurdî rakir
10:16 17 kesên li Enqereyê hatin binçavkirin hatin berdan
09:54 Di mehekê de li heman cihî 8 qeza pêk hatin: 11 kes mirin 39 kes birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê yek ji rojnamger 8 kes hatin binçavkirin
09:08 'Darbeyên siyasî' yên li dijî siyaseta kurd: Gelê kurd bi tevahî hedef tê girtin
09:07 Dersimî: Li dijî bêhiqûqîtiyê em bi hev re tev bigerin
09:06 Rewşenbîr û hunermend: Divê em berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin
09:05 Helbestvanê nemir Fêrîkê Ûsiv û Mal-Mûzeya li gûndê Sîpanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2019'AN
08:29 Li Amedê 3 rojnameger 5 roj
Li Mêrdînê 5 rojnameger 4 roj di bin çavan de ne
22/08/2019
22:10 3 roj in 5 rojnamevan di binçavan de ne
19:18 Şêniyên Serêkaniyê ji hêzên navneteweyî xwestin sînor biparêzin
19:05 81 kes li ser 'şikê' hatine binçavkirin!
16:54 Ahmet Turk: Ne tenê gelê Kurd wê gelê Tirk jî têkeve zorê
16:37 Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
16:30 Li çoltara Stewrê agir bi daristanê ket
15:56 Çalakiya rûniştinê ya parlamenteran didome
15:56 Li Mêrdînê 11 kes di bin çavan de ne
15:40 Li Edeneyê qada bajar jî bînaya partiyê jî qedexeye!
15:37 Jina berxwedêr a Amedê: Em bêdeng bimînin wê qeyûm tayînî malê jî bike
15:06 Komeleyên li Stenbolê qeyûm şermezar kirin: Em ê li dijî zilmê bi hevre têbikoşin
14:20 Polisan li Peyasê kesekî binçav kirin
14:13 Li Amedê çalakiyên li dijî qeyûm didomin: Emê bi berxwedanê erîşan bişkinin
14:12 KKP: Em ê qeyûman nas nekin
13:39 Polîsan Temellî û Ozturk li rê rawestandin
13:04 Polîsan li Îzmirê êrîşî parêzeran kir û gelek kes binçav kirin