'Bila mexdûrên BHQ'an vegerin karê xwe'

  • rojane
  • 09:02 14 Tebax 2019
  • |
img

ANTALYA - Parêzer Ahmet Çevîk xwest ku di paketa "reforma darazê" de mexdûriyeta BHQ'an bê bidawîkirin û ev tişt got: "Divê serobinbûna jiyana wan bê astengkirin."

Ji parêzerên Baroya Antalyayê Parêzer Ahmet Çevîk xwest ku di paketa "reforma darazê" de mexdûriyeta kesên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûn de (BHQ) ji kar hatine avêtin, bê bidawîkirin û careke din vegerin ser karê xwe.  Çevîk diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê welat 2 salan bi BHQ'an hatiye bi rêvebirin û bi bîrxist ku bi hezaran kes hatine girtin û bi BHQ'an ji karê xwe hatine îxrackirin. Çevîk da zanîn ku hem di kiryariyên îxrackirina xebatkarên cemaweriyê ku bi BHQ'an ji karê xwe hatine derxistin de û hem jî di derxistina dozger û dadgerên ku bi kiryariya îdarî ya Lîjneya Dozger û Dadgeran (HSK) ji karê xwe hatine derxistin de nelirêtî hebûne.
 
'BHQ'Î DI KOMÎSYONÊ DE HATIN EWAREKIRIN'
 
Çevîk destnîşan kir ku BHQ'iyan serî li Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê (DMME) daye, lê DMME'yê rêyên hiqûqî yên navxweyî nîşanî wan daye û deriyên xwe ji wan re girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê pêvajoyê de BHQ'î di 6 mehên destpêkê de neçûn tu dadgehê. Dadgehên Îdarê gotin ku eleqeya vê yekê bi wan re tuneye û biryara qanûndanînê ye. Dadgeha Destûra Bingehîn jî got ku nikare li wan binêre. DMME'yê jî ji bo ku bi hezaran dosyayan re mijûl nebe, serlêdanan qebûl nekir. Di nav vê gengeşiyê de Komîsyonên Rewşa Awarte hatin avakirin. Lewre Konseya Ewropa jî nizanibû ku çi bike. Bi sed hezaran kesî serî li DMME'yê dida, Ew der jî felç bûbû. Piştî vê yekê bi hinceta rêyên hiqûqî yên navxweyî Komîsyonên Rewşa Awarte hatin avakirin. Biryarên îxrackirinê di van komîsyonan de hatin vekolandin. Lê di nav van 3 salan de ji sedî 93'ê serlêdanan hatin redkirin û tenê ji sedî 7 serlêdan hatin qebûlkirin û careke din vegeriyan karê xwe. Di vê pêvajoyê de BHQ'î hatin ewarekirin." 
 
'BILA VEGERIN KARÊ XWE'
 
Çevîk ragihand ku BHQ'î bi hincetên vala yên mîna "endamê rêxistinê" ji karê xwe hatine îxrackirin û ev tişt anî ziman: "Piraniya dozger û dadgerên ku lêpirsînên derbarê wan de biryara beraat û bêşopandinê hatiye dayîn, ji bo ku careke din vegerin karê xwe, serî li Dadgeha Bilind dane û doz dane vekirin. Lê li gel ku bi ser van serlêdanên wan de 3 sal derbas bûne jî Dadgeha Bilind ne biryareke erênî û ne jî biryareke neyînî nedane. Van dadger û dozgeran di heman demê de nikarin parêzeriyê jî bikin. Van dadger û dozgerên ku bi hincetên vala hatine îxrackirin, divê rojek zûtir vegerin karê xwe û pêbaweriya wan paşde bê vegerandin."
 
'BILA ARAMIYA CIVAKÎ PÊK BÊ'
 
Çevîk xwest ku di paketa "reforma darazê" de mexdûriyeta BHQ'iyên ku derbarê wan de biryara beraat û bêşopandinê hatiye dayîn bê bidawîkirin û careke din vegerin karê xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ne li bendê ye ku bi paketa reforma darazê hemû neyînî ji holê bêne rakirin. Lê tişta ku divê bê kirin jî jiholêrakirina mexdûriyeta BHQ'iyan û pêkhatine aramiya civakî û adaletê ye. Heke reformeke darazê bê çêkirin divê destpêkê ev şaşî bê sererastkirin. Divê dawî li mexdûtiyeta van mirovên ku bi awayekî neheq hatine mexdûrkirin, bê anîn û serobinbûna jiyana wan bê astengkirin."
 
MA / Hamdûllah Kesen

Sernavên din

22/08/2019
22:10 3 roj in 5 rojnamevan di binçavan de ne
19:18 Şêniyên Serêkaniyê ji hêzên navneteweyî xwestin sînor biparêzin
19:05 81 kes li ser 'şikê' hatine binçavkirin!
16:54 Ahmet Turk: Ne tenê gelê Kurd wê gelê Tirk jî têkeve zorê
16:37 Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
16:30 Li çoltara Stewrê agir bi daristanê ket
15:56 Çalakiya rûniştinê ya parlamenteran didome
15:56 Li Mêrdînê 11 kes di bin çavan de ne
15:40 Li Edeneyê qada bajar jî bînaya partiyê jî qedexeye!
15:37 Jina berxwedêr a Amedê: Em bêdeng bimînin wê qeyûm tayînî malê jî bike
15:06 Komeleyên li Stenbolê qeyûm şermezar kirin: Em ê li dijî zilmê bi hevre têbikoşin
14:20 Polisan li Peyasê kesekî binçav kirin
14:13 Li Amedê çalakiyên li dijî qeyûm didomin: Emê bi berxwedanê erîşan bişkinin
14:12 KKP: Em ê qeyûman nas nekin
13:39 Polîsan Temellî û Ozturk li rê rawestandin
13:04 Polîsan li Îzmirê êrîşî parêzeran kir û gelek kes binçav kirin
12:57 Parêzerê ciwan ê hat derbkirin: Daxuyaniya walîtiyê dûrî aqil e
12:29 Li şûna 4 keyayan qeyûm tayîn kirin
12:16 Baroya Amedê wê tundiya polîsan bibe darazê
12:03 Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin
11:54 Parêzeran careke din ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Li Amedê çalakiya rûniştinê dest pê kir
11:37 Başaran: Ne gaz û ne jî TOMA'yên we têra bi milyonan nakin
11:17 Serokê OHD'ê: Şaredarî û kuçe hatin binçavkirin
10:48 ‘Bi zilm û zorê tiştekê bidest naxin'
10:13 Nakokiyên Erdogan ên sindoqan: Duh û îro hev nagire
09:10 'Kes nikare îpotekê deyne ser vîna gel'
09:09 Unsal: Ger Îmamoglû biçe Amedê wê çûyîna wî çûyîneke di cî de be
09:08 Aydin Engîn: Dewletê careke din nîşan da ku aştiyê naxwaze
09:08 Kanar: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye
09:07 'Bi qedexeyan dixwazin gelê herêmê bitepisînin'
09:05 Rayedarên girtîgehê çopa li girtîgehê paqij nake
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2019'AN
21/08/2019
17:44 Platforma Rojnamegerên Jin: Rojnamegeran berdin
17:27 Li Mêrdînê 5 li Amedê 3 rojnameger hêj di bin çavan de ne
17:03 Bi hezaran mamosteyên Kobanê û Hesekê gefên Tirkiyê red kirin
16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin
12:24 Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm darbeya li dijî demokratikbûnê ye
12:11 Qeyûm meclîsa şaredariya Wanê fesih kir
12:00 Li Amedê li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê
11:42 Meclîsa leşkerî ya Girê Spî ji bo ‘Herêma Ewle' amade ye