AKP bûye partiya darbeyan

  • rojane
  • 16:26 23 Tebax 2019
  • |
img

AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca tayînkirina qeyûman a şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê şermezar bike di roja 5’an de çalakiyên xwe berdewam kir. Rêxistina HDP'ê îro jî di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got; “Tayînkirina qeyûman sûcekî bi plankirî ye. AKP ya ku got 'Em li dijî darbeyan in" û hat îktîdarê êdî bûye partiya darbeyan. " 

 
Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê di roja 5'an de berdewam dike. Îro jî Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi tevlêbûna hilbijêran li Kolana Lîseyê çalakiya xwe berdewam kir. Gelek parlamenter, rêveber û endamên HDP'ê tev li çakaiyê bûn. Girseya gel dirûşmeya “Amed ya me ye” û “Bijî Berxwedana Amedê” berz kirin. Girseya HDP’ê piştî nîvro pankarta “Dest nede îradeya min” vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç axivî û wiha got: "Berxwedana me ya rewa di roja 5’an de ye. Desthilatdariyê sûceke mezin kir. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bi destê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû sûcê herî mezin kir. Sûcekî Destûra Bingehîn kirin.”
 
Olûç, diyar kir ku dagirkirina qeyûman li gorî peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine jî sûce û wiha axivî: “Ev sûc kirin û plan kirin. Beriya hilbijartina 31’ê Adarê ev plan kirin. Sûcê herî mezin kirin. Îradeya vî gelî desteserkirin. Tişta kirin derbeyek giran e. Desteserkirina şaredariyan a 19’ê Tebaxê derbeya siyasî ya 3’emîn e. Li dijî vê berdeya siyasî, li dijî vê sûcî em ê têkoşîna xwe ya hiqûq, edalet û demokrasiyê bi awayî rewa bidomînin. Em ê tu caran dev jî vê têkoşîna xwe ya rewa bernedin. Em ê bêîteatiya sivîl nîşan bidin. Li her qadê her roj nîşan bidin. Em ê bidin nîşandan ku ev sûcê hatî kirin em qebûl nakin. Tehemûla wan nîne ku gelê Krud nûnerên xwe hilbijêrin û xwe birêvebibin. Vêya qebûl nakin. Ji ber vê ev sûc kirin.”
 
ÊDÎ BES E 
 
Pişt re Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Safiye Sezgîn jî axivî û wiha got; “Em her roj dibêjin azadî û aşitî. Em destê aştiyê dirêjî wan dikin. Lê ew qebul nakin. Tu kesî tiştek nedaye me. Me her tişt bi heqê xwe û keda xwe stendiye. Çi heqê we heye hûn vêya li me dikin. Êdî bes e. Em qeyûman qebûl nakin. Ji vê zilm û zordariyê re êdî bes e. Dengê me rûmeta me ye." 
 
Piştî daxuyaniyê komê demekê bi dirûşmeyan li kolana Lîseyê meş li dar xist û belav bûn. 
 

Sernavên din

10:08 Ji bo biçe ziyareta girtî 1600 TL heqê rê dide
09:02 Serokê ÎHD'a Edene: Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe girtî ne
09:01 Qilêkerê Gêlê: Ez bimirim, pîşeya min jî wê bimire
09:01 Malbatên 395 kesên ku polîsan ew kuştine wê biçin pêş AKP'ê
09:01 Girtiyê nexweş terkî mirinê kirine
09:01 Çotkarên pembû: Êdî em nikarin pembû biçînin
09:00 Qeydên kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kir
09:00 Rojnamegeran ji bo Ataman bang kirin: Em bibin dengê Ziya
09:00 ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2019'AN
07:46 Li Cizîrê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek vekirin
22/09/2019
17:46 DTSO ji bo bermahiyên Zerevanê ronî bikin wê dest bi xebatan bikin
16:44 Jin li ser zimanê aştiyê axivin
16:31 Jinek din rastî êrîşa hevjînê xwe hat
16:00 ‘Cihê çareseriyê Îmralî ye’
15:35 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 35’an de berdewam kir
15:24 Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye
15:18 Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin
14:34 Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin
14:26 35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin
14:07 Jinên Êzîdî: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
12:54 Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin