Li nexweşxaneyek Antalya teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 12:30 13 Hezîran 2019
  • |
img
ANTALYA – Li nexweşxaneyek taybet a li Antalyayê ji ber teqîna klîmayê kesek mir û 2 kes birîndar bûn. 
 
Li navçeya Muratpaşa ya Antalyayê li nexweşxaneyek taybet di kêliya ku klima dihat tamîrkirin de teqîn pêk hat. Di teqînê de xebatkarê nexweşxaneyê Arîf Dal ê 30 salî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Birîndaran li heman nexweşxaneyê derman kirin û hat zanîn ku rewşa wan baş e.