KDP li Bradostê civînan pêk tîne

  • rojane
  • 13:38 13 Hezîran 2019
  • |
img
DUHOK - KDP li herêma ji bo xwe ji bertekên ‘Brakujiyê’ paqij bike ketiye gera îknakirinê. Hat diyarkirin ku rêveberên KDP’ê û kesek li ser navê Tirkiye li Sidêkan bi gel re civîn li dardixe û gotine ku raste pêşmerge sewqê heremê hatine kirin. Lê armanc ji bo Tirkiye tenê di herêma Xakurkê de bimîne an go zêde pêşde newe ye. 
 
Êrîşên Tirkiye li ser herêma Bradost a girêdayê navçeya Soran a Hewlerê ya Herêma Kurdistan a Federal berdewam dike. Bombebarana bi balafirên şer ên F-16 ku di heremê de berdewam dike. Di van bombebaranan de niştecihên heremê zirarê madî û manewî mezin dibînin. Hat diyarkirin ku rêveberên PDK’ê û yek kesek ji niştecihên heremê ku li ser navê Tirkiye dixebite, li bajaroka Sidêkan a di herêma Bradost di baregeha partiyê ya PDK’ê bi gel re komcivînek pêk anî. Berpirsê Yekîneya Qada 10’emîn a Herêma Soran a PDK’ê Elî Ewnî, Midûrê Asayîşa Bajaroka Sidêkan, Şêx Husên a wek ji bo têkiliya Tirkiye gelê heremê deyinê û di bin navê Têkildarê gel tê zanîn jî heyî li baregeha bajaroka Sidêkan a PDK’ê civîn li darxistin. 
 
Li gor kesên tevlî civînê bûne û bertek nîşanê nûnerên heremî yên PDK’ê dane, ji me re ragihandin, da zanîn ku ji ber bertekên gelê heremê ya derbarê ‘dixwazin brakujiyê’ pêk bînin niha jî ketine nav hewildana xwe ji van bertekan paqij bikin. Heman kesan anîn ziman ku bi rojane gelê heremê bertek nîşanê hatina peşmergeyan a li heremê ji bo piştgiriyê bidin dewleta tirk didin, îro jî di vê civînî de hatina peşmergeyan a di heremê de ji bo cihên ku dewleta tirk wê dagir bike ew bi cih bibin li xwe mikûr hatin. Hat destnîşankirin ku di civînê de hatiye gotin ku armanca hatina pêşmergeyan ji bo dewleta tirk tenê di herêma Xakurkê de bimîne zêde pêş de newe ye. 
Hat diyarkirin ku kesê bi navê Şêx Husên jî di axaftina xwe de wekî berdevkê dewleta tirk an jî artêşa tirk tevdigere û gotiye ku ew dixwaze gelê heremê navbêra xwe û dewleta tirk baş bikin.