Yuksekdag dê sibê cara 12’emîn derkeve pêşberî dadger

  • rojane
  • 14:39 13 Hezîran 2019
  • |
img
ENQERE - 12’emîn danişîna doza derbarê Fîgen Yuksekdag de hat vekirin û 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin, dê sibe li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin û doza ji 7 fezlekeyan a derbarê wê de hatibû amadekirin pêk tê, dê sibe li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. 12’emîn danişîna Yuksekdag dê sibe saet 10.00’an de dest pê bike. Bi îdîaya “Rêveberiya rêxistinê kirin”, “Propagandeya rêxistinê kirin”, “Beşdarî civîn û xwepêşandanên dijî qanûnî bûyîn”, “Gel sewqî kîn û dijminantiyê kirin” û “Tehrîka sûc kirin” Yuksekdag tê darizandin û ji bo wê 83 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. 
 
83 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ TÊ XWESTIN
 
Di çarçoveya dosyeyê de, ji 30 salan heya 83 salan cezayê girtîgehê ji bo Yuksekdag tê xwestin. 
 
Yuksekdag li gel doza sereke, jii 9 dozên din jî tê darizandin. 9 dozên li Yuksekdag hatine vekirin wiha ne: “Dadgeha Cezayê Aslî ya Farqînê, 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, 2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê (Ji ber bêrayetî, li Dadgeha Bilinde), 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê (doza sereke), 9’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Mêrsînê, 13’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Amedê, 7’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Wanê, 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û 6’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Wanê.”