Tetwaniyan: Rakirina lewheya Kurdî dewama înkar û bişavtinê ye

  • rojane
  • 12:52 13 Hezîran 2019
  • |
img

BEDLÎS - Bertekên li dijî rakirina lewheyên Kurdî yên Şaredariya Bedlîs, Tetwan û Yolalan dewam dikin. Tetwaniyan, diyar kirin ku rakirina lewheyên Kurdî dewama polîtîkyan înkar û bişavtinê ye. 

Lewheyên Kurdî yên di serdema rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bi Şaredariyan Bedlîs, Yolalan û Tetwanê hatibûn kirin, piştî di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de şaredar derbasî rêveberiya AKP’ê bûn, ji aliyê serokên şaredariyan ve hatin rakirin.  
 
Tetwaniyan bertek nîşanî vê rewşê dan û ev nêzîkatî weke bêtehemûliya li dijî Kurdan û Kurdîtiyê nirxandin. Tetwaniyan, diyar kirin ku rakirin lewheyên Kurdî dewama polîtîkayên înkar û bişavtinê ye.  
 
‘HÊZÎ JI QANÛNÊN OHAL’Ê DIGIRIN’ 
 
Hîndekarê Zimanê Kurd Halûk Çelebî yê li Tetwanê dijî, bertek nîşanî rakirina lewheya kurdî da û wiha axivî: “Bi vê yekê dixwazin ziman û nijada kurd înkar bikin. Di dema OHAL’ê de, dibin navê têkoşîna bi FETO’yan de gelek saziyên perwerdaya zimanê kurdî girtin. Ev polîtîkayên înkar  û bişavtinê yên li ser kurdîne. Li hemberî kurdî bêtehemûliyek mezin heye. Kesên îro lewheyên kurdî radikin hêzê ji qanûna OHAL’ê digirin. Ji bo rakirina lewheyên kurdî Bedlîs weke herêma pîlot diyar kirin. Niha hesabên bertekên gel dikin. Piştî hilbijartina Stenbolê dê hewl dibin hemû lewheyan rabikin.”
 
‘AYETÊN XWEDÊ ÎNKAR DIKIN’
 
Haci Îlham Kûriş ê li taxa Karşiyaka dijî jî, bertek nîşan da û wiha got: “Ev heqaretek herî mezin ku li me dikin. Em nikarin li her derê bi awayekê azad bi axivin û perwerdê bibînin. Zimanên cuda înkar kirin, di heman demê de înkara ayetên Xwedêne. Lewheya goristanan me rakirin, gelo ma çi zirar dida wan? Çima rakirin? Bêguman dê rojê Xwedê ji wan vê hesabê bi pirse. Ez hêvî dikim ku bêyî ku derengtir bikeve, dest ji vê pêkanîna xwe  berdin.” 
 
LI BEDLÎSÊ LEWHÊ RADIKIN Û LI STENBOLÊ JÎ DENGAN DIXWAZIN’ 
 
Rûmet Dûrsûn jî, da zanîn ku li Bedlîsê lewha kurdî radikin, li Stenbolê jî dengan dixwazin û wiha bertek nîşan da: “Polîtîkayên înkar û  bişavtinê dê vale derkevin. Dixwazin kurdan bi ceribînin. Ger kurd dengê xwe dernexin, dê lewheyên cihên din jî rabikin. Lê ewê negihijîn hedef û armancên xwe.”
 
MA / Cemîl Ugur